Ev bûyer îro, roja yekşemê, di dema konserê stranbêjê rapê yê Amerîkî Don Toliver de li salona Co-op Live li bajarê Manchesterê, li bakurê rojavayê Îngilîstanê, qewimî. Nêzîkî 12 hezar kes li salonê amade bûn.
Polîsê Manchesterê ragihand ku piştî ku hejmarek ji beşdaran ji ber maddeyekî nenaskirî nîşanên nexweşiyê nîşan dan, tîmên alîkariya lezgîn bêdereng hatin gazîkirin û salon vala hate kirin. Di vê derbarê de, Steve Parker ji Polîsa Manchesterê Mezin eşkere kir: hejmarek ji welatiyan li cihê bûyerê dermankirina destpêkê wergirtin û heta niha 1 kes şandin nexweşxaneyê. Wî herwiha tekez kir ku polîs lêkolînê dike da ku xwezayî û cureyê wê maddeyê diyar bike.
Ji aliyekî din ve, xizmeta ambulansê ya herêmê ragihand ku li cihê bûyerê ji bo zêdetirî 50 kesan muayeneya bijîşkî hatiye kirin; hin ji wan di çav û pergala nefesê de pirsgirêkên tenduristiyê peyda kiribûn. Di heman demê de, pêvajoya paqijkirina salonê ji bermayiyên maddeyê dest pê kiriye. Rêveberiya salona Co-op Live, ku wek mezintirîn salona girtî ya Brîtanyayê tê hesibandin, ragihand ku ew ji nêz ve bi polîs re hevkariyê dike da ku sedema bûyerê bibîne.







