CENTCOM îro, şemî, di daxuyaniya xwe de got: "Îdiaya Sepahên Pasdaranên Îranê ya derbarê lêdana balafireke F-16 de derew e; hemû balafirên şerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn di rewşeke bi tevahî ewle û parastî de ne".
Ev bersiva Amerîkayê piştî wê hat ku artêşa Îranê di daxuyaniyekê de îdia kiribû, balafireke şerî ya Amerîkî ya cureya "F-16" li ezmanên Kendavê şopandiye û mûşekeke berevaniyê ber bi wê ve avêtiye; li gorî îdiaya Tehranê, mûşek li nêzî balafirê teqiya û zirar pê gihandiye.
Ev pêşketina nû di demekê de ye ku pevçûna leşkerî ya di navbera Îranê ji aliyekê, û Amerîka û Îsraîlê ji aliyê din, bi awayekî berdewam bilind dibe; ev pevçûn ji 28ê Sibatê ya borî ve bi lêdana rêzek hedefan li hundirê Îranê dest pê kiriye û bi êrîşên bersivdayînê yên Tehranê berdewam e.







