Îro Şemî 21ê Çirîna Duyemîn a 2026an, Wezareta Parastinê ya Perûyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku erdêhej şeva Înê, saet 07:09 li gorî dema herêmî (00:09 li gorî dema Greenwichê), li dûrahiya 30 kîlometran li bakur-rojavayê bajarê Huánuco û di kûrahiya 129 kîlometran de qewimiye. Di heman demê de, Servîsa Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî hêza erdêhejê 6,7 pileyên Rîhter û kûrahiya wê nêzî 108 kîlometre tomarkiriye.
Rafael Belaunde, Wezîrê Parastinê yê Perûyê, ragihand: "Piştî erdêhejê, agahiyên zirardîtina xaniyên çend beşên cuda yên bajarê Huánuco û qutbûna elektrîkê hatine tomarkirin, lê tu windahiyên jiyanî di nav welatiyan de nehatine tomarkirin".
Di heman demê de, nûçegihanên ajansa (Agence France-Presse) ji paytextê Lima ragihandine ku di dema erdêhejê de sedan kes avahiyên xwe li taxa Miraflores vala kirine û niştecihên Lima, Huánuco û Callao hejandinê hîs kirine û derketine ser kolanan.
Ji aliyê xwe ve, Hernando Tavera, serokê Enstîtuya Jeofizîkê ya Perûyê, ji AFP re ragihand ku hejandina erdê bihêz bûye û bûye sedema şemitîna erdê û ketina keviran ji kêleka çiyayan. Navenda Operasyonên Lezgîn ên Neteweyî ya Perûyê jî piştrast kir ku çavdêriya herêmên xeterdar berdewam e.
Perû li ser Kembera Agirîn a Okyanûsa Pasîfîkê ye û her sal herî kêm 400 erdêhej li wir rûdidin. Di Tîrmeha vê salê de jî erdêhejeka bi hêza 5,1 pileyên Rîhter li heman herêma Huánuco bû sedema mirina 6 kesan, birîndarbûna 32 kesên din û wêrankirina 52 xaniyan.







