Îro, Înî 20ê Çirîna Paşîn a 2026an, Arşer Mîler, berpirsê karûbarên darayî yê Pentagonê, di nav rûniştina guhdariya Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Dewletên Yekbûyî de eşkere kir: "Heta roja 13ê Çirîna Paşînê, tevahiya mesrefa şerê gihiştiye 48,3 milyar dolarî".
Arşer Mîler herwiha amaje bi vê yekê kir ku ew pere mesrefa cebilxaneyê, lêçûnên guhertin û cîgirkirina alavên leşkerî û herwiha mesrefên operasyonî dihewîne.
Di heman rûniştinê de, senator Richard Blumenthal, endamê Partiya Demokrat ji eyaleta Connecticutê, ji berpirsê Pentagonê xwest ku texmînekê derbarê ziyanên ku li ser dezgehên leşkerî yên Amerîkayê ketine pêşkêş bike. Lê Arşer Mîler ragihand ku heta niha di vê derbarê de tu daneyek li ber destê wan tune ye.







