Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya herî nû de, bi navê Asoya Enerjiyê ya Cîhanê 2026, ragihand ku têkçûna pêvajoya hinardekirinê bi rêya Tengava Hurmuzê di dema îsal de mezintirîn şoka li sektora enerjiyê ya cîhanê afirandiye û bandorên wê heta meha Çiriya Paşîn berdewam kirine.
Li gorî raporê, ev windahî bêparmayîna bazaran ji 60 milyar metreyên pûç ên gaza xwezayî ya herêma Kendavê jî dihewîne. Di heman demê de, dabînkirina mazota dîzelê, ku pişta aboriya cîhanê ye, ket bin zexta bêhempa û bihaya her boçikekê derbasî 200 dolar bû; ev yek jî barê darayî yê li ser bikarhêneran li seranserê cîhanê bi awayekî berbiçav girantir kir.
Ajansê herwiha destnîşan kir ku tê pêşbînîkirin di sala 2026an de daxwaza cîhanî ya neftê rojane 2,7 milyôn boçik kêm bibe; ev yek jî yekemîn daxuyîna salane ye ji sala 2020an û vir ve. Herwiha, di lûtkeya krîzê de dabînkirina neftê li cîhanê rojane 16 milyonan boçik kêm bûye. Di heman demê de, daxwaza cîhanî ya gaza xwezayî bi rêjeya 1,5% (wekhevî 65 milyar metreyên pûç) kêm bûye.
Ji aliyekî din ve, Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî texmîn kiriye ku pêvajoya nûvekirina kompleksa (Ras Laffan) ya hilberîna gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) li Qeterê, ku mezintirîn navenda cîhanê ye, nêzî 3 salan dê bidome; ev yek piştî ku ji ber êrîşan zêdetirî 17 milyar metreyên pûç ji kapasîteya hilberîna salane ya wê kompleksê ji kar ketiye. Raporê tekez kir ku bandora krîzê li ser gaza şilkirî ji neftê girantir bûye, ji ber nebûna tu rêgezeke alternatîf li derveyî Tengava Hurmuzê ji bo veguhastina wê ber bi bazarên cîhanê.







