Torê nûçeyan CNN ya Amerîkî ji devê 7 berpirsên welatê xwe ragihand ku, li gorî nirxandinên îstixbaratî yên nû, Tehran li ser vebijêrka hedefgirtina berpirsên payebilind ên rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump li paytexta Washingtonê difikire; an bi bikaranîna wê teqemeniyê ku bi navê "bombeya qirêj" tê nasîn, an jî bi çekên kîmyayî.
Di aliyê din de, Qesra Spî ragihand ku ew hemû gefên muhtemel ji nêz ve dişopînin, lê niha gefeke cidî û pêbawer li ser axa Amerîkayê tune ye. Li gorî torê, berpirsên Washingtonê hîn jî li ser kapasîteya rastîn a Îranê ji bo pêkanîna êrîşek bi vî rengî nîqaş dikin; çavkaniyên agahdar jî destnîşan kirin ku ev agahî tenê amadekariya vebijêrkan nîşan didin û tu belge tune ye ku Tehran biryara dawîn ji bo pêkanîna êrîşê daye an jî ku êrîş dê yekser dest pê bike.
Di heman demê de, du çavkaniyan ji bo "CNN" piştrast kirin ku berpirsên Amerîkayê di hefteya borî de çendîn civîn kirine da ku awayê rûbirûbûna bi vê senaryoyê lêkolîn bikin. Wezareta Şerê ya Amerîkayê (Pentagon) pirsên di vê derbarê de ji Ofîsa Rêveberê Îstixbarata Neteweyî re şandine, lê ofîsê amade nebû ku tu daxuyaniyek bide.
Ji aliyekî din ve, nûneratiya Îranê li Neteweyên Yekbûyî di bersivekê de ji bo torê ragihand: "Tehran di bin her şert û mercî de bikaranîna çekên kîmyayî red dike" û van tometan wekî çêkirî binav kir, lê bersiva nûneratiya Îranê bi zelalî behsa pirsa "bombeya qirêj" nekir.
Divê were gotin ku peyva "bombeya qirêj" ji bo ew cure teqemeniyê tê bikaranîn ku maddeya tîşkdêr bi rêya teqînek kevneşopî belav dike û ji çeka atomî cuda ye, ji ber ku teqîna atomî pêk nayê. Ev tengasiya îstixbaratî di heman demê de bi rawestandina danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de ji bo bidawîanîna pevçûnan re hevdem e, bi taybetî li ser mijara cezayên Amerîkayê û vekirina Tengava Hurmuzê.







