Li kêleka civînên Foruma Hevkariya Aborî ya Asya û Okyanûsa Pasîfîkê (APEC) li bajarê Şenzhenê, Donald Trump û Vladimir Putin dest bi danûstandinên xwe yên dualî kirin, berî ku li gel serokê Çînê Şi Jinping, gotûbêja sêalî ya li benda wê bû pêk bînin.
Li gorî dîmenekî vîdyoyî ku ji aliyê Qesra Kremlînê ve hatiye belavkirin, Donald Trump di destpêka civînê de got: “Em bi coşeke mezin li benda civîna xwe ne. Bi salan e ku di navbera me de têkiliyek bêhempa heye û demek dirêj e ku em hev nas dikin. Ez bawer im ku dikare ji vê civînê gelek tiştên baş derkevin, an jî herî kêm li vir dest pê bikin.”
Di heman demê de, serokê Amerîkayê di nav axaftinên xwe de Vladimir Putin wekî heval binav kir; ev jî nîşana atmosferêkî erênî di destpêka gotûbêjan de ye.
Ev civîna girîng a di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de pêşderek e ji bo lûtkeya dîrokî ya sêalî li bajarê Şenzhenê bi beşdariya serokê Çînê, ku tê de dosyayên navneteweyî, aramiya aborî û hevsengiyên siyasî yên cîhanê dê werin nîqaşkirin.







