Polîsên Londonê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew efserê leşkerî di bin lêpirsîna giran de ye, li ser sûcdariyên têkildarî sîxuriyê û zirarêgihandinê ewlehiya neteweyî. Her wiha hate ragihandin ku lêkolînerên Brîtanî berî veguhastina lêpirsînê bi dozgerê giştî yê welatê xwe û rayedarên Waşingtonê re bi tevahî şêwirîne û biryara radestkirinê hatiye dayîn.
Lawrence Taylor, cîgirê komîserê polîs û serokê yekeya dijî-terorê ya Brîtanyayê, got: Ev sûcdarî di asta herî bilind a metirsiyê de ne, û ev hevrêziya hevpar peyameke bihêz e ku em ê bi lez û tundî li hemberî her çalakiyeke sîxuriyê ya wiha rabin.
Ji aliyê din ve, Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) ragihand ku ew efser di çarçoveya lêpirsînekê ya hevpar a di navbera ofîsa Philadelphia, şaxê qanûnî yê Londonê, polîsên dijî-terorê yên Brîtanyayê, dezgeha îstîxbarata navxweyî (MI5), îstîxbarata Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê û artêşa Amerîkayê de hat girtin. Di heman demê de, Kash Patel, rêveberê FBI, piştrast kir ku ev girtin nîşan dide ku li hemberî her kesê ku sondê leşkerî binpê bike û ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bixe metirsiyê, siyaseta "toleransa sifirê" tê meşandin.
Li gorî agahiyan, polîsên dijî-terorê yên Brîtanyayê di 10ê vê mehê de li derdora bajarê Gloucester li rojavayê Îngilîstanê ew leşker girtibû. Çavkaniyên fermî îşaret bi vê yekê kirine ku welatê biyanî ku tê gumankirin agahiyan ji bo wî hatine dayîn, Rûsya ye. Lê Dmitry Peskov, berdevkê Qesra Kremlinê, her cure têkiliya Moskowê bi vê dosyayê re bi tevahî red kir û ragihand: Ev mijar bi tu awayî bi me ve têkildar nînin û em jê bêhay in.
Ev bûyer di demekê de çêdibe ku di çend mehên borî de li baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Brîtanyayê rêzek pirsgirêkên ewlehiyê hatine tomarkirin; bi awayekî ku rojek berî girtina wî efserî jî, Waşington hejmarek balafirên sotemenîdabîn ji baregeha şahî ya Mildenhall vekişand.







