Li gorî teksta daxuyaniya hevpar a di navbera sê serokan de (Donald Trump, Şi Cinping û Vladimir Putin), sê hêzên mezin ên cîhanê pabendbûna xwe bi destpêkirina diyaloğ û hevpeyvînekê ya hevpar li ser kêmkirina metirsiyên atomî dubare kirin; ev jî ji bo dûrxistina cîhanê ji tehdîda çekên komkuj û astengkirina berfirehbûna pevçûnên leşkerî ye.
Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku, ji bo astengkirina krîza enerjiyê û kêmkirina zextên aborî li ser asta cîhanê, Amerîka, Çîn û Rûsya dê bi hev re bixebitin da ku hilberîna berhemên neftê yên paqijkirî bihêz û zêde bikin, bi awayekî ku hevsengî vegerînin bazarên sotemeniyê.
Di beşa sereke ya din a daxuyaniya hevpar de, serokên her sê welatan soz dan ku hemû hewildanên xwe bixebitînin ji bo parastina stabîlîzasyona stratejîk û ewlehiya navneteweyî û aktîfkirina mekanîzmaya dîplomasiyê ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîzên navneteweyî; ev jî wekî nexşerêyek nû ji bo qonaxa pêşerojê ya têkiliyên navneteweyî tê şîrovekirin.







