Îro şemî, 21ê Çiriya Duyemîn a 2026an, Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî, di nav konfêransek rojnamevanî de li Qesra Spî, ku tê de piştî bidawîbûna gera wî ya bo parzemîna Asyayê bal kişand ser dosyayên herî girîng ên siyaseta derve, hin agahiyên eşkere kir.
Serokê Dewletên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de amaje bi vê yekê kir ku Washington, Moskova û Pekîn gihiştine lihevkirineke hevpar ji bo astengkirina derketina tu pevçûn û şerê nukleerî li cîhanê.
Donald Trump ew civîna ku di navbera serokên her sê welatan de pêk hat bi dîrokî wesif kir û tekez kir ku civîn bûye sedema derxistina "daxuyaniyeke aştiyê ya sêaliyî ku yekemîn e di celebê xwe de".







