Donald Trump, roja şemiyê, 21ê Çiriya Paşînê, di hevpeyvînekê de bi tora nûçeyan a "Fox News" re got: «Min heta niha tu carî girîngiyeke wisa nedaye desthilatdariya Îranê.»
Serokê Amerîkayê behsa pirsa guherîna rejîmê li Îranê kir û got: «Hin kes behsa guherîna desthilatê dikirin, lê divê bê zelalkirin ku armanc ji guherîna desthilatê çi ye, ji ber ku rastî ez heta niha du caran desthilat li wî welatî guherandiye.»
Trump di berdewamiya axaftinên xwe de zelal kir: «Ez grûpa yekem ji desthilatê daxistim, grûpa duyem jî bi heman awayî dûr xistim. Niha em bi grûpa sêyem re danûstandinê dikin; ji ber vê yekê, dikare rewşa niha wekî guherîna dawî ya desthilatê were binavkirin.»
Di beşeke din a daxuyaniyên xwe de, derbarê danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de, Donald Trump daxwaza xwe ji bo gihîştina lihevhatineke domdar û mayînde bi Îranê re ji bo çareserkirina nakokiyan anî ziman.







