Ev hişyariya Netanyahu piştî demeke kurt hat ku Gadi Eisenkot, hevrikê siyasî yê navborî, ragihandibû ku niha tu pêdiviyeke lezgîn ji bo girtina vebijarkeke leşkerî li dijî Îranê tune ye.
Netanyahu di bersivê de îro, duşemê, di axaftineke li parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de ragihand: Her kesê ku van tehdîtên niha, cidî û xeternak ên ku dorê me dane biçûk bike an jî girîngiya wan kêm bike, tenê ji bo berjewendî û armancên siyasî wisa dike.
Netanyahu di nav civîna parlamentoyê de daxwaza avakirina hukûmeteke yekîtiyê kir; ev jî di demekê de ye ku Eisenkot hîn jî hewl dide koalîsyoneke nû ya desthilatdariyê li Îsraîlê ava bike. Ev nakokî jî nîşana çêbûna dabeşbûneke eşkere di nav serokên siyasî û ewlehiyê yên Îsraîlê de ye, derbarê nirxandina asta xeterên Îranê li herêmê.







