Di konferanseke hevpar a çapemeniyê de bi Ebdulfettah Sîsî re li paytexta Misrê, Elî Zeydî ragihand: Di çarçoveya gotûbêjên me de, em bi Serokê Misrê re li ser rakirina merca wergirtina vîzeyê di navbera her du welatên Iraq û Misrê de li hev hatin.
Ev gavê nû wek destkeftiyeke girîng a dîplomatîk û aborî tê nirxandin ku dê bibe sedema hêsankirineke mezin ji bo hatûçûna welatiyan û geştiyaran; di heman demê de, ew rê li ber pêşveçûna sektora bazirganiyê, veberhênanê û têkiliyên dîrokî yên di navbera Bexdayê û Qahîreyê de vedike.







