Li yek ji bajarên Iraqê girtîyek xwe nexweş nîşan dide û di dema veguhastina xwe bo nexweşxaneyê de ji destê polîsan xelas dibe û direve; heta niha nehatiye girtin.
Bûyer îro êvara Duşemê li yek ji navendên polîsê li navenda bajarê Necefê qewimî.
Gumankirî li gorî madeya 395 a qanûna cezayê Iraqê hatiye girtin. Sûcê wî ew bû ku têkiliyek neşerî bi jinekê re hebû û paşê red kiriye ku bi wê re bizewice.
Gumankirî, ku temenê wî nêzî 50 salî ye, li navenda polîsê xwe nexweş nîşan dide û daxwaza dermankirinê û çûnê bo nexweşxaneyê dike. Di dema veguhastina wî bo nexweşxaneyê de ji destê polîsan xelas dibe û direve.
Polîsên Necefê dibêjin ku dest bi lêkolîn û lêgerîna li pey gumankirî kiriye, da ku careke din wî bigirin.

