Roja pêncşemê, 5ê Çiriya paşîn a 2026an, Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Konseya Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Ali Falih el-Zeydi, serokwezîrê Iraqê, pêşwazî li Tom Barrack, şandeyê taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Iraqê, kir.
Di civînê de, li ser peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de, perspektîfa pêşxistina hevkariyê di navbera her du welatan de û bilindkirina asta hevkariyan di warên aborî û veberhênanê de, bi awayekî ku berjewendiyên hevpar pêk bîne û piştgiriyê bide pêvajoya pêşketinê, axaftin hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê, mijarek din a civînê taybetî bi nirxandina dawî pêşketinên herêmê û wan astengiyan ve girêdayî bû ku li pêşiya ewlekarî û aramiya herêmî derketine; di heman demê de her du aliyan li ser girîngiya xurtkirina hewildanên dîplomatîk ji bo kêmkirina asta tengezariyan, kontrolkirina krîzan û astengkirina berfirehbûna qada pevçûnan li herêmê tekez kirin.







