Di dema serdanê de, Sîdad Barzanî ji bo navborî hêviya başbûna zû û saxlemiyê xwest. Herwiha wî peyama dilovanî, rêzgirtin û piştgiriya tam a Serok Barzanî ji bo çavdêriya tenduristiyê û dermankirina pêwîst ji fermande Omer Osman re gihand.
Ji aliyê xwe ve, fermande Omer Osman û malbata wî spas û pêzanîna xwe ya kûr ji Cenabê Serok Barzanî û nûnerê wî re pêşkêş kirin, ji ber vê serdanê û baldariya Serok Barzanî, ku di dîroka têkoşîn û fedakariya têkoşerên tevgera rizgariya gelê Kurdistanê de berdewam e, rêz girtin.







