Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Polîsê Zaxoyê, îro şemî 7ê Çirîna paşîn, derdora saet 12:00ê nîvro, beşa polîsên pêşîlêgirtina sûcê ji hebûna sûcê kuştinê li sînorên gundê "Dola" li derdora bajarê Zaxo haydar bû. Tîma pisporên delîlên sûcê, pêşîlêgirtina sûcê, polîsên lezgîn û çalakiyên sivîl yekser gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.
Di encama kontrolên destpêkê de derket holê ku welatiyek bi navê (Z. H. E.), 36 salî, bi guleya çekekî celebê pistolanê hatiye xistin û jiyana xwe ji dest daye. Paşê cenazeyê wî ji bo bijîşka dadrêsî ya Zaxoyê hatiye şandin.
Polîsê Zaxoyê her wiha destnîşan kir ku di berdewamiya şopandin û lêkolînan de nasnameya gumankirî hatiye eşkerekirin û bi biryara dadgerê lêkolînê, li gorî madeya 406 a Qanûna Cezayê Iraqê, biryara girtina wî hatiye derxistin. Di heman demê de, polîsê Zaxoyê tekez dike ku sedema sûcê bi pirsgirêkeke civakî ve girêdayî bûye û lêkolîna berfireh a dosyeyê berdewam e.







