Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê ragihand: Niha li kolanên bajêr qerebalixiyeke mezin a trafîkê çêbûye; ev qerebalixî bûye astengiyeke mezin li pêş hereketkirina otomobîlên me yên alîkariyê û em nikarin di dema pêwîst de bigihîjin wan welatiyên ku bi me re têkilî datînin û hewcedariya wan a lezgîn bi alîkariyê heye.
Berdevkê Parastina Sivîl daxwaz ji hemû kanalên ragihandinê, malper û rûpelên torên civakî dike ku vê hişyariyê berfireh bikin da ku bigihîje hemû welatiyan. Herwiha, ji dezgehên ragihandinê daxwaz dike ku di vê demê de têkiliyên telefonî yên nehewce kêm bikin, ji ber ku hemû tîmên Parastina Sivîl li cihê bûyeran in û mijûlî gihandina alîkariyê ji welatiyan re ne.







