Waliyê Hewlêrê rave kir ku kêmkirina trafîkê ji bo wê ye ku tîmên xizmetguzariyê û alîkariya lezgîn bikarin bi hêsanî û di dema pêwîst de ji bo gihîştina welatiyan û parastina ewlehiya giştî bigihîjin cihên armancê.
Di heman demê de, Umed Xoşnaw piştrastî da welatiyan ku hemû tîmên şaredariyê, polîsê, ewlehiyê, parastina sivîl û tenduristiyê di amadebûna tevahî de ne û bi şevxewnekirinê di xizmeta parastina can û malên welatiyên paytextê de ne.







