Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, ev biryar li ser bingeha pêşbîniyên Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejê ya herêmê hatiye dayîn, bi mebesta parastina ewlehiya jiyana xwendekar, zanyar, mamoste û karmendên hemû navendên perwerdehiya bilind ên sektora giştî û taybet.
Wezareta Perwerdehiya Bilind tekez kir ku, ji ber cudahiya rewşa hewayê û rêjeya baranê li deverên cuda yên Kurdistanê, desthilat hatiye dayîn zanîngeh û enstîtuyan ku li gorî nirxandina xwe ya meydanî û di dema pêwîst de, di derbarê rawestandina dersan di nav sînorên xwe de biryar bidin.







