Nivîsa daxuyaniya Waliyetiya Hewlêrê:-
Ji ber baraneke zêde, mixabin gelek tax û deverên Hewlêrê zirar dîtine û gelek av ketiye nav malan.
Hemû tîmên hikûmetê di rewşeke amadebûyî de ne û li xizmeta welatiyan in.
Herçiqas niha baran rawestiya ye jî, ji bo ewlehiya welatiyan û xebata tîman, piştî koordînasyonê bi aliyên peywendîdar re, me biryar da:
١/ Sibê li hemû navendên xwendinê, ji baxçeyên zarokan heta zanîngehê, hemû yên hikûmî û taybet, betlana fermî be.
٢/ Hemû rêveberên dezgehan destûr pê hatiye dayîn ku ji bo her karmendekê ku îşev av ketiye mala wî an jî ji ber astengiyên trafîkê nikare sibehê beşdarî karê bibe, nebûna wî wekî nebûna bêizin neyê tomarkirin û ji bo wî wekî betlanê were hesibandin.
٣/ Hemû karmend û fermanberên aliyên xizmetguzar û alîkarên derketina ji rewşê, bila di rewşa amadebûyî de bidomînin.







