Di nav pêwendiyê de, serokê hikûmetê li ser rewşa ewlehiya welatiyan û deverên zirar dîtî pirsîn; di heman demê de spas û pêzanîna xwe ji hemû tîmên xizmetguzar û rizgarker re ragihand, ji ber westiyana wan û berdewamîya wan di alîkariyê de ji bo parastina welatiyan û kesên ketine nav tengasiyê.
Serokê hikûmetê herwiha parêzgarê Hewlêrê erkdar kir ku hemû saziyên peywendîdar di amadebûna tevahî de bin û hemû tedbîrên pêwîst bigirin, da ku gel rizgar bikin û ewlehiya jiyan û malên welatiyên paytextê li hember her metirsiyekê ya lehiyê biparêzin.







