Li gorî raporeke ajansa Tasnimê ya Îranê, Îsmaîl Beqai, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, di bersiva gotina wezîrê derve yê Emerîkayê de ku amaje kiribû: «Di dawiyê de ew (Îraniyan) divê nan bixwin», ragihand ku ev gotin gefeke eşkere û bêşermane ye ji bo sepandina birçîbûnê li ser Îraniyan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê zêde kir ku ev cure gotinan îtirafeke nû ye ku Emerîka niyeta pêkanîna sûcê şer heye; ev jî domandina tomara tijî sûc a Washingtonê ye di şerên dagirker ên borî de û di vê terora aborî ya domdar a ku li hember gelan dimeşîne.
Beqai her wiha derxist holê ku Emerîka piştî gelek dehsalan ji meşandina siyaseta gef, ceza, teror û dagirkeriyê, hê jî li cihê xwe dizivire û heman xeletiyê dubare dike bêyî ku tu guhertineke bingehîn pêk bîne; belkî tenê heman siyasetê bi dirûşm û navên nû dîsa pêşkêş dike.







