Destehê ragihand ku Dadgeha Sûcên Dijî Gendeliyê ya Navendî, piştî ku hate îspatkirin ku (Nasir Kazim Cebir), cîgirê rêveberî yê Wezareta Pîşesazî û Kanzan, li hember betalkirina peymaneke hevpar a di navbera Pargîdaniya Giştî ya Sîmentoya Iraqê û pargîdaniyekê ya taybet de, 350,000 dolar wek bertîl standiye, cezayê 6 salan zîndanê li ser wî sepandiye.
Herwiha, biryara dadgehê cezayê darayî (cezayê pere) bi rêjeya 10 milyon dînar li ser sûcdar sepandiye; ev jî li gorî hukmên Biryarnameya jimare 160 a sala 1983ê ya hatî guherandin e.







