Îro, roja yekşemê ya 15ê Çiriya paşîn a 2026an, li ser riya di navbera (Deştî Abbas – Abdananê) li ser axa parêzgeha Îlamê, otobusek ku ji bo veguhastina karkerên rafîneriya (NGL) hatiye tayînkirin, rijî.
Li gorî agahiyan, piştî bûyerê pênc tîmên alîkariya acîl ên Komeleya Heyva Sor ji bo derxistina qurbanan û veguhastina birîndaran bo navendên tenduristiyê şandin cihê bûyerê.
Di destpêkê de li cihê bûyerê heşt kes jiyana xwe ji dest dan û paşê, ji ber giraniya birînan, çar birîndarên din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî, hejmara giştî ya miriyan gihişte 12 kesan û 17 kesên din jî birîndar in.
Piştî vê bûyera xemgîn, parêzgarê Îlamê ji bo derbirîna hevderdiyê bi qurbanan re, li seranserê parêzgeha Îlamê motemîna giştî ya yek rojê û li bajarê Abdananê jî motemîna du rojan ragihand.







