Îro yekşem, 15ê Mijdara 2026an, beşa radyo û televîzyona Îranê bi navê ragihandinekê ji Pasdarên Îranê belav kir ku hêzên wan bi dronan êrişî pergaleke radarê ya Amerîkayê li baregeheke leşkerî li Bahreyînê kiriye.
Di ragihandinê de ku li ser tora civakî ya (Telegram) hatiye belavkirin, hatîye gotin: "Hêza esmanî ya girêdayî Pasdarên Îranê, pergalê radarê ya parastina esmanî ya Amerîkayê li baregeha helîkopteran a (Riffa) li Bahreyînê, bi şeş dronan hedef girt".







