Îro, Yekşem, 15ê Mijdara 2026an, Umêd Xoşnaw, waliyê Hewlêrê, di axaftineke taybet de ji bo (Kurdistan TV) derbarê pêvajoya dabeşkirina mazotê ragihand: "Pêdiviya Herêma Kurdistanê 290 milyon lître ye, lê ya ku hikûmeta Iraqê dabîn kiriye tenê 50 milyon lître ye, yanî tenê 14% e û bêguman ji bo hemû gel bes nake".
Waliyê Hewlêrê destnîşan kir ku bi gihîştina mazotê re, pêvajoya dabeşkirinê dê ji herêmên çiyayî ve dest pê bike, ji ber ku zivistan li wan deveran zûtir dest pê dike. Di heman demê de, wî rexne li kêmbûna rêjeyê girt û got: "Li herêmên jêrîn û navîn ên Iraqê heta di meha Yekê de jî ew sarî nabînin, lewma divê hikûmeta Iraqê di vê mijarê de dadperwertir be û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlekê bide da ku para mayî jî ji bo welatiyan were dabînkirin".
Derbarê hewldanên Hikûmeta Herêmê de jî, Umêd Xoşnaw eşkere kir ku heyetên hikûmetê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî berdewam bi Bexdayê re di danûstandinan de bûn, ji bo zêdekirina para herêmê. Herwiha, li ser dema destpêkirina dabeşkirinê zelal kir ku şirketek ji bo veguhastinê hatiye destnîşankirin û ji wê kêliyê ku mazot bigihîje destê wan, pêvajoya dabeşkirinê rasterast dest pê dike.







