Akne, wekî nexweşiyeke iltîhaba folîkulên por û girêkên rûnê yên çermê, nêzîkî 85%ê ciwanan pê dikevin û di hin kesan de heta temenê mezinahiya dom dike. Bakteriya (Cutibacterium acnes) di çêbûna vê pirsgirêkê de roleke sereke dilîze. Dema ku porên çermê bi şaneyên mirî û rûnê tên girtin, ev bakterî derfeta zêdebûnê dibînin û dibin sedema iltîhab û sorbûna çermê.
Di vê çarçoveyê de, pargîdaniya Sanofi vaksînek ceribandinê pêş dixe ku xwe dispêre teknolojiya (mRNA) û armanca wê ew e ku pergala berevaniya laşê li dijî proteînek diyarkirî ya vê bakteriyê, ku bi navê (CAMP2) tê nasîn, teşwîq bike.
Niha du ceribandinên klînîkî di qonaxên yekem û duyemîn de, bi beşdariya 1028 kesên di navbera 18 û 45 salî de, tên meşandin. Di van ceribandinan de ewlehîya vaksînê, awayê bersivdana pergala berevaniya laşê û asta başbûna akneyan tên nirxandin.
Tevî vê pêşketina zanistî, pisporan destnîşan dikin ku vaksîn hîn di qonaxa lêkolîn û ceribandinê de ye û serkeftina dawî ya wê li ser mirovan bi tevahî nehatiye piştrastkirin.







