Ajansa nûçeyan a "Tasnim" ragihand ku Brigadîr Mûsewî, fermandarê Hêza Hewayî û Fezayê ya Sepahê Pasdarên Îranê, got hêzên wan li hemû waran amade ne ku fermanên bilind pêk bînin. Wî herwiha tekez kir ku qada şerê di bin kontrola wan de ye û wan çekên pêşketî û tirsnak ji bo bersivdana gefan pêşxistiye.
Brigadîr Mûsewî amaje bi bilindbûna kapasîteya êrîşî û berevaniya Tehranê kir û got: "Di navbera herdu şeran de, kapasîteyên Hêza Hewayî û Fezayê zêde bûne; di hundirê vê dezgehê de amûrên bi bandor, bêhempa û çekên tirsnak û ragirtinê hatine hilberandin ku dê bibin sedema şok û matmayîna dijminan."
Fermandarê Hêza Hewayî û Fezayê ya Sepahê Pasdaran dubare kir: "Bi fedakariya û hewldana çekdarên me, hemû qada şerê di bin destê me de ye û em dikarin lîstika qada şerê diyar bikin."
Navborî di dawiya peyama xwe de hişyarî da ku Sepahê Pasdaran di bikaranîna hêza leşkerî û rûbirûbûna bi her metirsî û gefekê de, tu dudiliyê nake.







