Îro duşem, 23ê Çiriya paşîn a 2026an, Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Elî Faleh Zeydî, bi serokatiya şandeke bilind a hikûmetê, paytexta Iraqê Bexdayê bihiştiye û ber bi Komara Erebî ya Misrê ve çûye serdaneke fermî.
Di çarçoveya bernameya serdanê de, serokwezîrê Iraqê bi Abdulfettah Sîsî, serokê Komara Misrê, re dicive da ku pêşketinên dawî yên herêmê û hemahengiya di navbera her du welatan de li ser çareseriyên dîplomatîk ji bo kontrolkirina krîzan bikevin ber gotûbêjê.
Herwiha tê payîn ku Elî Zeydî bi hevtayê xwe yê Misrî re li ser qadên hevkariya dualî nîqaş bike û di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevbeş a Iraq û Misrê de, çend memorandumên têgihiştinê bêne îmzekirin.
Di mijareke din a serdanê de, serokwezîrê Iraqê serdana navenda Yekîtiya Welatên Ereb dike û bi sekreterê giştî û nûnerên daîmî yên welatên endam re dicive, bi mebesta pêşxistina plan û berfirehkirina xebata hevpar a Erebî.







