Îro roja Yekşemê, 22ê Çiriya paşîn a 2026an, Dîwana Li Dijî Gendeliyê ya Federal a Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku karmendên her du beşên şopandin û desteserkirinê û beşa lêkolînê ya nivîsgeha dîwanê li Dîwaniyeyê karîbûn rêveberê navçeya Selahiyê bi tawanbariya wergirtina bertîlê bigirin.
Li gorî daxuyaniyê, girtina wî berpirsî piştî wê pêk hatiye ku wî ji xwediyê jeneratoreke taybet li nav sînorên navçeyê daxwaza pereyên wekî bertîl kiriye, li hember vê soz daye ku tu cezayê darayî li jenerat cross?ore taybet neyê sepandin; ev jî tevî ku xwediyê jeneratorê tu binpêkirinek nekiriye.
Dîwana Li Dijî Gendeliyê herwiha destnîşan kir ku piştî amadekirina protokola qanûnî, bersûc ji bo dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Dîwaniyeyê, ku taybet e bi dosyayên gendeliyê, hate şandin û dadwer jî li gorî bendên Biryarnameya hejmar 160 ya sala 1983an, ku hatiye guherandin, biryara girtina wî derxistiye.







