Ofîsa ragihandinê ya dadweriyê di daxuyaniyekê de belav kir ku îro, şemî 21ê Çileya Paşîn a 2026an, dadweriya lêkolînê ya taybet kontrola zevî ya cihê guhertina boriyeke neftê li Necefê kiriye; borî li nav parçezeviyekê ye ku milkê endamekî Meclîsa parêzgeha Necefê (serokê Komîteya Enerjiyê) û birayê wî ye.
Dadwerê got: Encamlên kontrola destpêkê derxistine holê ku bi guhertina wê boriyê pêvajoya qaçaxçêtiya neftê hatiye meşandin. Ji ber vê yekê, dadgehê biryar da ku 5 efser û 3 karmendên girêdayî Polîsa Enerjiyê bên binçavkirin, piştî ku di îtirafên wan de derket holê ku wan di bûyerê de dest hebû; di heman demê de fermana girtinê ya berpirsê Meclîsa parêzgehê û birayê wî jî hate derxistin.
Di beşeke din a lêkolînan de hatiye gotin ku sûcdaran berê li dora wê parçezeviyê xendeqeke mezin kolandiye, da ku rê li ber hatûçûna gel bigirin û kes ji çalakiyên neqanûnî yên li hundirê zeviyê haydar nebe. Dadgehê herwiha destnîşan kir ku li ser hebûna çalakiyên din ên neqanûnî, wek bazirganiya maddeyên hişber, li wê deverê gotegot hene û niha di qonaxa şopandin û piştrastkirina delîlan de ye.







