Fermandariya Artêşa Lubnanê di daxuyaniyekê de got: "Di encama çavdêriya tund a sînorên bakur û rojhilat de, roja şemiyê hêzên me karîn nêzîkî 264 kîlogram maddeyên teqemenî desteser bikin ku ji cureyên C4 (nêzîkî 203 kîlogram) û TNT (61 kîlogram) pêk tên û ji hundirê Sûriyeyê bi qaçaxî hatibûn anîn."
Çavkaniyek ewlekariya Lubnanî ji ajansa "France Presse" re ragihand ku ew maddeyên teqemenî bi rêya deverên çiyayî yên dijwar û dergehekî neqanûnî ve hatine anîn hundirê Lubnanê, û ew sê kesên hatine girtin qaçaxçiyên sivîl in û girêdayî tu partiyekê nînin. Di heman demê de, dadgeha Lubnanê lêpirsîna bi girtiyan re dest pê kiriye da ku eşkere bibe ew maddeyên teqemenî ji bo kîjan alî hatine dabînkirin.
Ev pêşhat di demekê de ye ku zext li ser Hizbullaha Lubnanê ji bo radestkirina çekên wan ji dewletê re zêde bûne. Di heman demê de, Serokkomarê Lubnanê, Joseph Aoun, roja şemiyê di axaftinekê de bi tundî ji Hizbullahê xwest ku çekên xwe radest bikin û got: "Dema hebûna çekan li derveyî desthilata dewletê bi dawî hatiye û bûye sedema zirarekî mezin ji bo Lubnanê."







