Îro duşem, 23ê Çirîna Paşîn a 2026an, Mistefa Ozçelîk, serokê giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di bangawaziyekê de ji siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û raya giştî ya welatparêz re ragihand ku li Bakurê Kurdistanê, ji bo çareserkirina birîna nepeydabûna ittîfaka siyasî, di konferansa 7ê Çirîna Paşîn a 2026an li Amedê de (Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê - Hevbendî) hate damezrandin û di 9ê heman mehê de ji raya giştî re hate ragihandin.
Mistefa Ozçelîk amaje bi vê yekê kiriye ku piştî ragihandina Hevbendiyê, li hundirê Kurdistanê, Tirkiyeyê û diyasporayê piştgiriya wê ya bihêz dît, lê rastî êrîşên aliyên nijadperest û şovînîst û operasyona polîsên Tirkiyeyê hat; di encama xwedîderketina gel de, endamên girtî yên Encûmena Hevbendiyê ji aliyê dozgerê giştî ve hatin berdan.
Serokê giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê fikarên xwe li hember hin gotûbêj û nakokiyên di nav çember û kadroyên welatparêz de anî ziman û ragihand ku ev cure nakokî zirarê didin ittîfaq û hesta yekîtiya neteweyî û bi tu awayî nayên qebûlkirin.
Di beşeke din a bangawaziyê de hatiye gotin ku Encûmena Hevbendiyê di 28ê Çirîna Paşîn a 2026an de li Diyarbekirê dicive, da ku li bername û rêgezên hundirîn şeklê dawî bide û bernameya xebata pêşerojê diyar bike.
Di dawiya bangawaziya xwe de, Mistefa Ozçelîk ji hemû siyasetmedar, rewşenbîr, pêkhateyên Hevbendiyê û raya giştî xwest ku xwe ji her daxuyanî û helwesteke zirardar dûr bigirin û wek gavêke hêvîdar, xwedî li Hevbendiyê derkevin, piştgirî bidin û bihêz bikin.







