Di daxuyaniya Sepaya Pasdaranê de hatiye gotin: Li gorî raporên meydanî, di çend demjimêrên borî de 3 keştiyên neftê ku rêzikên veguhastina deryayî binpê kiribûn, li avên Tengava Hurmuzê ketine ser minên deryayî û ji ber vê yekê teqînek bihêz û şewitîna mezin di keştiyan de çêbûye.
Sepaya Pasdaranê herwiha destnîşan kiriye ku 1 ji keştiyên neftê li nêzî peravên başûrê tengavê bi minê re hevketiye, di heman demê de 2 keştiyên neftê yên din li beşa rojhilatê Tengava Hurmuzê ketine ser minên deryayî.
Di heman daxuyaniyê de hatiye tekez kirin ku di dema bûyeran de keştiyên neftê di bin parastin û çavdêriya asmanî ya hêzên Artêşa Amerîkayê de bûn û piştî teqînan agirê mezin di hundirê keştiyan de belav bûye.







