Li bajarê Villavicencio, li navenda Kolombiyayê, ji ber teqîna otomobîlek bombekirî zirarek mezin gihişt avahiyên parêzgariya herêmê û hejmarek avahiyên derdorê; beşek ji wan bi tevahî hatin xirakirin.
Abelardo de la Espriella, serokê Kolombiyayê, di peyamekê de li ser tora civakî ya X ragihand ku êrîşê zirareke maddî ya mezin çêkiriye, lê bi bextewarî heta niha tu kesek nehatîye tomarkirin ku jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ajansa (AFP), heta niha tu komê berpirsiyariya xwe ya pêkanîna êrîşê ragihandî nîne û dezgehên ewlehiyê jî li ser awayê çêbûna bûyerê hîn detayên zêdetir eşkere nekirine.







