Piştî ku hikûmeta Iraqê daxuyaniyeke gefxwar a li dijî Herêma Kurdistanê belav kir û Herêmê jî ew daxuyanî red kir û bû sedema bertekên tund, Encûmena Dadweriya Iraqê daxuyaniyeke zelalkirinê belav kir û ji hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêmê û hemû hêzên siyasî dixwaze ku li gorî destûrê tev bikin.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ragihand: Iraq dewleteke federal a yekgirtî û serbixwe ye û pergala rêveberiyê ya wê komarî, parlamenterî û demokratî ye. Garantê vê yekê jî bendên Destûra sala 2005’an in, ku Dadgeha Bilind a Federal xwedî îxtîsasa şîrovekirina metnên wê ye.







