Di encama êrîşê de, welatiyek bi navê Talal Mihemed Elî, ku di dema bûyerê de li nêzîkî patrolê bû, hat kuştin.
Piştî bûyerê, hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi kampanyayek lêgerîn û kontrolê li herêma Xezelê kirin û paşê ji bo eşkerekirina hûrguliyên bûyerê û kesên ku êrîş pêk anîn lêkolîn kirin. Ev di demekê de ye ku bajarê Hesekê di van du rojên borî de bi tengezariya ewlehiyê re rû bi rû bûye û êvara çarşemê jî di êrîşekê de, ku bi motorsîkleteke bombekirî li ser navendeke Ewlekariya Hundirîn li taxa Muşeyrefê hat kirin, du endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û pênc kesên din birîndar bûn.







