Serokê Encûmena Nûneran di daxuyaniyekê de ragihand ku divê her nakokî û tênegihiştininek were pêşkêşkirin ji Dadgeha Bilind a Federal re; li gorî madeya 93-em a Destûrê, erkê şîrovekirina nivîsên Destûrê û çareserkirina nakokiyên di navbera hukûmeta navendî û herêmên wê de li ser milê wê ye. Herwiha, li gorî madeya 94-em, biryarên dadgehê ji bo hemû desthilatdariyan mecbûrker in.
Heybet Helbûsî herwiha tekezî li ser vê yekê kir ku Destûr bilindtirîn qanûna welatê ye û rêveberiya hemû desthilatdarên federal, herêmî û xwecihî rêk dixe. Wî herwiha got: “Em nahêlin ku tu aliyekî destdirêjiyê li ser Destûrê bike an jî ji erkên xwe bireve, ji ber ku tu kes li jorê qanûnê nîne û pabendbûna bi Destûrê re jî hilbijartineke siyasî nîne ku li serê lihevhatin bê kirin; belkî erkeke giştî û mecbûrker e ji bo hemûyan, bêyî cudahî.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokê Encûmena Nûneran behsa mijara darayî kir û dubare kir ku parlament pabend e bi pejirandina budceyekî dadperwer û hevseng, bi awayekî ku mafê tevahî yê hemû pêkhateyan misoger bike û di dabeşkirina serweta welatê de ji bo hemû kurên gelê Iraqê, bêyî cudahî, dadperweriyê pêk bîne.







