Girîngiya maddeya 110 a Destûra Iraqê tenê bi diyarkirina desthilatdariyên hikûmeta federal sînordar nabe, lê berfireh dibe bo xêzkirina sînorên taybetmendiyan di navbera navend û herêman de, di pergaleke ku li ser bingeha parvekirina desthilatdarî û berpirsiyariyan hatiye avakirin. Ev maddeya ku taybetmendiyên mutleq (حصری) ên desthilatdariyên federal rêz dike, rêveberiya neft û gazê di çarçoveya lîsteya desthilatdariyên tenê yên Bexdayê de nahewîne. Ev yek dike ku nêrîna li ser vê dozê bi maddeyên din ên destûrî ve girêdayî be, bi taybetî maddeya 111 ku bingeha xwedîtiyê diyar dike û tê de hatiye nivîsandin ku neft û gaz milkê hemû gelê Iraqê ye, di hemû herêm û parêzgehên de.
Di heman demê de, maddeya 112 çarçoveyekê ji bo rêveberiya neft û gazê diyar dike; bi beşdariya hikûmeta federal û hikûmetên hilberîner di rêkxistina neft û gazê ku ji zeviyên heyî tê derxistin, herwiha bi parvekirina dahatan bi awayekî dadperwerane di navbera hikûmeta federal, herêm û parêzgehên hilberîner de, li gorî tiştê ku qanûn rêk dixe.
Di navbera van nivîsan de, xwezaya pirsgirêk û tevliheviya destûrî zelal dibe: nebûna rêveberiya neft û gazê di nav taybetmendiyên mutleq de nayê wê wateyê ku yekalîtiya yek aliyekî di rêveberiya vê dozê de hebe. Berevajî vê, ew pêdiviya rêkxistina desthilatdarî û berpirsiyariyan bi awayekî nîşan dide ku hevpariyê misoger bike û mafên destûrî yên hemû Iraqiyan biparêze.
Di siya cudahiyên şîrovekirinê di navbera Bexda û Hewlêrê de, gihiştina çarçoveyeke qanûnî ya zelal û li ser lihevkirinê, ku pişta xwe bi tevahiya nivîsên destûrî ve girê bide, wek dergeheke sereke dimîne ji bo derbasbûna nakokiyan û veguherandina dewlemendiya neft û gazê ji mijara pevçûna siyasî bo stûnek ji bo pêşketin û îstiqrara aborî.
Li vir, dozya neft û gazê tenê wek pirsgirêkeke îdarî xuya nabe, lê ew ceribandinek e ji bo asta şiyana bicihanîna destûrê bi ruhê hevparî û hevsengiyê di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de.







