Ev destpêşxerî piştî wê tê ku ragihandina du roj berê ya Elî Zeydî, serokwezîrê Iraqê, derbarê şandina hêzan bi navê kontrolkirina dergehên sînorî û stasyonên neftê, bertek û nerazîbûneke pir tund ji aliyê serkirdayetiya siyasî û hemû qebîl û tebeqeyên gelê Kurdistanê ve li dû xwe hişt û biryar bi tundî hate redkirin.
Piştî wan bertekan, Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan civînek li dar xist û pêşwaziya destpêşxeriya Faiq Zeydan, serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê, kir ji bo amadekirina civînekê di bin navê “Diyaloga Neteweyî” de, da ku bi amadebûna berpirsên bilind ên herdu aliyan, pirsgirêkên rawestiyayî werin çareserkirin.
Di vê derbarê de, roja pêncşemiyê, 26ê Çirîna Paşînê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di konferanseke çapemeniyê de li kêleka Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan li Hewlêrê, helwesta herêmê ragihand û got: “Em hatine vexwendin bo vê diyalogê û em ê beşdar bibin, lê tu carî em ê dev ji mafên gelê xwe bernedin.”







