Raporên meteorolojiyê nîşan didin ku li çend bajarên Hollanda germahî gihîştiye astekî pîvanî ya nizm. Herwiha tê pêşbînîkirin ku meha Çiriya Paşîn a îsal ji sala 1998an ve bibe meha herî sar a di dîroka vî welatî de.
Pêla cemedê di saetên sibehê yên zû de bandora rasterast li ser tevgera trafîk û veguhastinê kir. Ji ber vê yekê aliyên peywendîdar hişyarî dan li ser metirsiya şemitîna li ser rê û derbasgehan û ji ajokaran xwest ku berf û cemeda li ser camên otomobîlên xwe baş paqij bikin. Ji aliyekî din ve, ji ber dijwariya hewayê, bikaranîna bisîkletê li piraniya deveran bi awayekî berbiçav kêm bû.
Germahiya herî kêm a tomarkirî bi dereceya Celsius li jêr sifirê li çend bajarên Hollanda:
Twente: 8.1-







