Donald Trump di axaftinekê de got: «Îran tu carî xwediyê çekên atomî nabe û ez dikarim vê ji we re piştrast bikim. Em niha hewl didin nermiyê nîşan bidin û her derfetekê didin Îranê da ku bigihîje peymanekê ku dê jiyana gelek kesan xilas bike.»
Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftinên xwe de hişyarî da û got: «Hêzên me dê belavbûna xwe bidomînin. Serkeftin li dijî Îranê di destê me de ye û kengî ez bixwazim, ew pêk tê; hêzên Marine yên Amerîkayê jî dê li Rojhilata Navîn di manîn û belavkirina xwe de berdewam bikin.»
Di beşeke din a axaftinên xwe de, Trump eşkere kir ku hêzên wan 150 mûşekan teqandine da ku mûşek û balafirên bêpilotan ên dijminane, ku armanca wan keştiyên bazirganî li Tengava Hurmuzê bûn, bêbandor bikin û rê li ber wan bigirin.







