Di hişyariya ewlehiyê ya Wezareta Derve de hatiye gotin ku divê hemwelatiyên Amerîkî yên li herêma Rojhilata Navîn hişyarî û baldarî zêdetir nîşan bidin, ji ber zêdebûna metirsiya êrîşên çekdarî yên komên Hûsiyan ên girêdayî Îranê.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye destnîşankirin ku pêşketinên ewlehiyê yên herêmê dikarin bibe sedema betalbûna hejmarek firînên hewayî, girtina qada hewayî ya li ser balafirgehê û derketina astengiyan di sektora veguhastina giştî ya hewayî de.
Di dawiyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hemwelatiyan xwest ku pêşketinên ewlehiyê bi baldarî bişopînin û rêberiyên ku ji aliyê nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê ve tên weşandin bişopînin. Herwiha daxwaz kir ku berî dema rêwîtiyên xwe bi pargîdaniyên balafiran re têkilî daynin, da ku ji her guherînek di bername an jî rêça firînên wan de agahdar bibin.







