Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand: Wezareta Derve ya Koreya Bakur serokê nivîsgeha dîplomatîk a Swîsreyê wekî kesekî nexwestî naskiriye û ji wî xwestiye ku di nav 48 saetan de welatê biterikîne.
Herwiha hat ragihandin ku Pak Hyon Su, rêvebirê beşa Ewropayê ya Wezareta Derve ya Koreya Bakur, Silvan Astier, berpirsê nivîsgeha Swîsreyê, vexwendiye û noteyeke fermî daye wî da ku nivîsgehê bigirin; nivîsgeh jî girêdayî balyozxaneya Swîsreyê ya li Pekînê ye.
Pyongyangê ev biryar wekî bersivekê li hember karekî eşkere dijminatiyê binav kiriye. Ev yek piştî wê hat ku rayedarên Swîsreyê di 4ê Çiriya Duyem de Kampusa Navneteweyî ya Zarokan a Songdowonê li bajarê Wonsanê xist lîsteya cezayan, bi tawanbariya ku ew beşdarî veguhastin û îdeolojîzekirina zarokên Ukraynî bûye ku ji herêmên dagirkirî ve hatine birin Rusyayê.
Berê jî Kim Yo Jong, xwişka serokê Koreya Bakur, gefa girtina nivîsgeha Swîsreyê dabû. Ev pêşketin di demekê de ye ku tenê çend hefte berê, wezîra derve ya Swîsreyê ji bo gotûbêjkirina normalîzekirina têkiliyên alî zîziyareta Pyongyangê kiribû.







