Îro Çarşem, 25ê Çiriya Duyemîn a 2026an, rojnameya Financial Times di raporekê de bi vegotina du berpirsên beşdarî danûstandinan eşkere kir ku Yekîtiya Ewropayê plan dike heta 50 milyar euro (nêzîkî 54 milyar û 840 milyon dolar) li fondayek nû ya teknolojiyê veberhênan bike, bi armanca kêmkirina girêdana xwe bi teknolojiyên Amerîka û Çînê.
Li gorî raporê, navê pêşniyara projeyê “Fonda Sermayeyê ya Teknolojiya Serbixwe” ye û beşek mezin ji veberhênanên wê dê ji bo pargîdaniyên di warê îstîxbarata sûnî û kompîtara kuantûmê de were veqetandin.
Armanca vê projeyê ew e ku pereyên hewce ji bo pargîdaniyên teknolojîk ên Ewropî peyda bike, da ku ew karên xwe berfireh bikin û bi pargîdaniyên Amerîkî û Çînî re pêşbaziyê bikin.
Ev fonda nû, li gorî bernameyên heyî yên Yekîtiya Ewropayê, veberhênanên mezintir û bi metirsîtir dike û ji bo demeke dirêjtir pere peyda dike. Bi vî awayî, Yekîtiya Ewropayê dixwaze kapasîteya xwe ya teknolojîk bihêz bike û girêdana xwe bi pargîdaniyên biyanî kêm bike.







