Şirketa swêdî ya "BAE Systems Hägglunds" eşkere kir ku pênc welat peyman îmze kirine ji bo kirîna nêzîkî 400 wesayîtên zirêhdar ên şerî yên cureya (CV90), bi nirxê zêdetirî 61 milyar kronan, ku nêzî 53 milyar kron ji bo hinardeyê ye.
Şirketê herwiha destnîşan kir ku Swêd daxwaza kirîna 60 wesayîtên zirêhdar ên nû kiriye, di heman demê de Norwêc, Fînland, Holenda û Lîtwanî her yek daxwaza herî kêm 340 wesayîtên zirêhdar kirine. Şirketê zelal kir ku nirxê hinardeyê di çarçoveya vê peymanê de nirxê peymanên berê yên Swêdê ji bo firotina binavên şerî û balafirên şerî yên cureya "Gripen" derbas kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Pol Jonson, wezîrê parastinê yê Swêdê, ragihand ku ev pêvajoya kirîna hevbeş jêhatîbûnên Hevbendiya Atlantîka Bakur (NATO) bihêz dike û rê dide pênc welatan ku di bikaranîna vê pergalê leşkerî de hevkariyek nêzîktir hebin.
Wezîrê parastinê yê Swêdê got ku niha daxwaz ji bo van çekan ji kapasîteya pêşkêşkirinê zêdetir e; pêvajoyên kirîna hevbeş ji şirketên pîşesaziya parastinê re peyamek dişînin derbarê pêwîstiya zêdekirina kapasîteya hilberîna wan.
Ev wesayîtên zirêhdar li bajarê Örnsköldsvikê yê Swêdê tên çêkirin û ew versiyona ku di peymanê de hatiye diyarkirin navê wê "Nordic Edition" e. Di hundirê wê de cih ji bo veguhastina heta heft leşkerên piyade heye û bi topa otomotîk a kalîbera 35 mm, çekdarek û mûşekên dijî-zirêhdar hatiye amadekirin.







