Li gorî daxuyaniyekê ji parastina peravan, tîmên rizgarkirinê bi hevkariya ajansa parastina sînorên Ewropayê "Frontex", li başûrê girava Gavdos cenazeyên du koçberan derxistin û 41 kesên din rizgar kirin.
Her wiha hat ragihandin ku ji êvara roja Înê heta roja Şemiyê, 6 operasyonên cuda yên rizgarkirinê ji bo keştiyên koçberan hatine kirin û di wan de 391 kes hatine rizgarkirin. Di yek ji operasyonan de jî 102 koçber, ku di nav wan de 16 jin û 5 zarok hebûn, hatine birin ber bendera Heraklionê li girava Kretê.







