Îro, roja Yekşemê, 29’ê Cotmeha 2026an, Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) ji devê nivîsgeha têkiliyên giştî ya artêşa welatê ragihand ku dronên Amerîkî keştiyeke masîgiriyê ya Îranê li beravên Sîrîkê, li Tengava Hurmuzê, xist.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îranê, bûyer saet 3:30ê sibehê îro, roja Yekşemê, qewimî û di keştiya masîgiriyê de sê kes hebûn.
Ajansê diyar kir ku du ji serhêlên keştiyê hatine dîtin û ji bo wergirtina dermankirinê hatine veguhestin nexweşxaneya Sîrîkê, di heman demê de operasyonên lêgerînê ji bo dîtina serhêlê sêyemîn, ku xwediyê keştiyê ye, berdewam in.
Ev bûyer di demekê de rû dide ku Dewletên Yekbûyî li ser benderên Îranê dorpêçekî deryayî ferz kiriye, wek bersivek li hember sînordarkirina tevgera keştiyan li Tengava stratejîk a Hurmuzê, ku rêgeheke sereke ye ji bo dabînkirina enerjiya cîhanê; ev yek jî ji wê demê ve ye ku şer bi yekemîn êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser Komara Îslamî ya Îranê, di 28’ê Sibatê ya borî de, dest pê kir.







