Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê di daxuyaniyekê de got: "Sibê, roja yekşemê, dê civînek girîng bi wezîrê Perwerdehiyê û Komîteya Bilind a 'Tenduristiya Yekgirtî' re bê lidarxistin. Armanc ji vê civînê ew e ku pêşketinên dawî yên rewşa pandemiyê bêne nirxandin û tedbîr û pêşniyarên pêwîst ji bo xurtkirina pêşîlêgirtinê û sînordarkirina belavbûna nexweşiyê, bi taybetî di navendên xwendinê de, bêne gengeşekirin."
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê hejmarên fermî yên nexweşiyê eşkere kir û ragihand ku di seranserê Iraqê de di heyama vê salê de 4,358 rewşên iltîhaba perdeya mêjî hatine tomarkirin. Tîmên bijîjkî jî bi awayekî domdar ji bo kontrolkirina rewşê û dermankirina kesên ketine nexweşiyê dixebitin.







